Em Kîne

Hevî Group, koma kar û projeyên Kurdewarî, di sala 2010 ê de, ji bo avakirin, pêşdabirin, sazkirin û piştgirîya kar û projeyên Kurdewarî wekî Komeke Mediayê hatîye avakirin. Koma Hêvî Group wekî komeke azad û serbixwe, tenê ji bo kar û projeyên di xizmeta ziman, çand, kevneşop, dîroka Kurdan û erda Kurdistanê hatiye avakirinê.

Hêvî Group di zanebûna karîgerî û hevila peywendîya dîmenî, karîgerîya dîmenî de karên xwe, ji bo armancên gel û netewa Kurd di hemî hel û mercan de pêş dixe.

Hêvî Group kî ye?

Hêvî Group ji wan kesan pêk tê yên di temenê xwe di nava tekoşîna Kurdayetîyê de bihurandî. Koma Hêvî, ji kesên xwedan azmûna salan ya wêjeyî, çandî, hunerî, medîa û aborî pêk tê.

Rêvebirîya Hêvî Group ji sê kesan pêk tê.

Agirî Soran
Xêro Mîrza
Ciwan Zagros

wekî dîtir, ji gelek deverên Kurdistanê û çardorê cîhanê kesên beşdarî kar û projeyên Kurdewarî dibin hene û li gorî van karana hejmara beşdarên komê pirtir dibin.


Armanca Hêvî Group

Armanca Hêvî Group ewe, piştgirîya kar û projeyên di xizmeta Kurdayetî yê de bike û bi xwe jî kar û projeyên nûjen, yên ji bo civaka Kurd sûddar pêş bixe.
Hêvî Group piştgirîya hemî karên di xizmeta Kurdayetîyê de dike.
Di warê sîyasî de ne girêdayî tu rêxistin û tevgerên sîyasîye. Her çend hemî karên Kurdewarî, him di nava Kurdan de, him jî di hola navnetewî de wekî karên sîyasî bêne dîtinê jî, armanca Hêvî Group parestin û pêşxistina Kurdayetî û çanda Kurda ye. Ji bo Hêvî Group, hemî karên wêjeyî, çandî û hunerî yên Kurdewarî giringin û divê piştgirîya wan bête kirin û bêne parestin. Bêyî tu parçebûna navxweyî, bêyî nakokî û pevçûnên sîyasî hemî Kurdên çardorê Kurdistanê û cîhanê, ewên ne dijminê Kurdan be, ewê ne dostê dijminê Kurdan be ji bo Hêvî Group giringe û xizmeta Kurdewarî divê bo herkesekî bête kirinê.

 

 

 

 

Tîm

Agirî Soran
Grafîk Dîzayner, Rojnamevan, Lêkolîner
Xêro Mîrza
Kodnûs, Rojnamevan, Lêkolîner
Ciwan Zagros
Rojnamevan