Hevi Group-Koma Hêvî ya Kurdewarî di karên xwe de serkeftî ne, ji ber ku em dizanin rêka me raste. Pîvanên mirovatiya hemdem û pîvanên Kurdîtiya hemdem ji bo me çavkaniya hêzê û bixwe bawerbûnê ye. Ji ber ku baweriya me bi hêza afirandinê û karên serkeftî heye tû pêwistiya me bi pevçûn û nakokiyên pûç nîne. Em bi herkesî re hevkariyê dixwazin. Pîvan û mercên me yê hevkariyê ne zehmetin û ne jî zêde ne. Tenê xizmetkariya gel û pîvanên mirovatiyê yên nûjen têra me hene ku em bi kes, sazî, dezgeh,malper,navdar û rêkxistinan ve hevkarî bikin. Koma me, hertim di afirîne, her berhemê me, her kar û projeyên me berî hertiþtî sûd ji bo gelê Kurd dike armanc, piþtî hingî armanca me ewe ku em karibin van projeyan derxînin wê aste da ku di warê aborî de jî xwe bi xwe xwedî bikin û têra xwe bikin.
Karên me ji bo hemî kesên bixwazin kar bikin vekiriye, di heman demê de bi projeyên xwe em mirovên Kurd, ciwanên Kurd dixin nava kar û dixin rêka afirandinê. Hilberîn ne tenê bi çandiniyê ye di heman demê de hilberîn bi afirandina projeyên mezin yên nûjen û bi birêkxistina wane.


