Hevi Group di pźžangeha pirtūkan ya navnetewī de


Hêvî Group bi navê Hevi Group - Kurdewari & KurdFM û bi HAWAR NET (hawarnet.com) ve îsal bi ciyê xwe yê taybet beždarî pêžangeha pirtûkan ya navnetewî ya Frankfurtê dibe. Hêvî Grop wekî hemî karên xwe yên Kurdewarî beždarbûna pêžangeha pirtûkan ya navnetewî jî wekî karekî hêja yê Kurdewarî danî pêž xwe û biryar da ku beždar bibe.

Pêžangeha pirtûkan ya Frankfurtê hersal bi beždarbûna piraniya welatên cîhanê û bi hezaran wežanxaneyên cîhanî ve li bajarê Elmanya Frankfurtê tête lidar xistin. Kurd jî hersal bi wežanxaneyek an jî dû wežanxaneyan ve beždar dibin. Di van herdû salên dawî de bi navê Kurdistanê ji bažûrê Kurdistan jî komek beždar dibe û pirtûkên Kurdî yên bi tîpên Erebî pêžkež dikin. Wekî dîtir jî Wežanên Mezopotamya jî hersal beždarî vê pêžangehê dibe. Lê her çend piraniya welatên cîhanê û bi hezaran wežanxaneyên cîhanî beždar dibin jî, hejmara Kurdan û cîgirtina Kurdan di vê pêžangehê de gelekî qel û bêhêz maye. Her sal ji ber vê yekê beždarbûna Kurdan jî li gorî gelên dîtir yên cîhanê gelekî kêm maye.

Ji ber vê sedemê jî Hêvî Group û Hawar Net jî biryar dan ku hersal bi ciyê xwe yê taybet beždarî pêžangeha pirtûkan ya Frankfurtê dibin.

Ji ber ku bi navê Kurdistanê cî di pêžangehê de nîne û Kurd jî ji bo ciyekî xwe yê taybet diyar bikin hetanî neha nebûne xwedî helwest, Hevi Group û Hawar Net jî bi serê xwe man. Mezopotamya îsal di nava wežanxaneyên Elmanî de cî digre, Bažûrê Kurdistan hetanî roja îro jî serî lê nedane da ku beždarî pêžangehê bibin. Beždarbûn û tevlîbûna kataloga pêžangeha îsal jî qediya, êdî ku serî lê bidin jî nikarin têkevin kataloga îsal de. Ji ber wê yekê mixabin ciyekî taybet girêdayî Kurdan nîne. Ji ber vê yekê jî ciyê ku Hêvî Group û Hawar Net ji bo xwe diyar kirî, li cem Televizyona El Cezîre ye û li himber ciyê beža Tirkiyê ye. Ji bo ku mêvan û kesên ku bixwazin hevkarî çêbikin hesanî ciyê Hêvî Group û Hawar Net bibînin me evder bo xwe diyar kir.

Hêvî Group û Hawar Net di pêžangeha pirtûkan ya Frankfurtê de îsal dê hemî wežanxaneyên Kurdan bidin nasîn û bi taybet jî dê pesin û reklama hevkarên xwe bike. Hevkarên Hevî Group yên bingehîn ku Hevi Group bi wanre kar dike, HKMG (Hawar Kurdistan Media Group) û Govara heftane ya Rûdaw e. Wekî dîtir jî bi dehan malper û kesên dost û destekvanên Hevi Group jî dê di pêžangehê de bêne danasîn.

Mebesta Hêvî Group û Hawar Net ya serekî ewe ku nûnertiya hemî wežanxaneyên Kurdî di pêžangehê de bikin. Ji bo vê yekê dê peywendî li gel hemî wežanxaneyên Kurdî bêne çêkirin da ku karibin pirtûkên xwe yên serekî pêžkež bikin û nivîskarên ku pirtûkên nû jî derxistî bên pirtûkên xwe bidin nasîn.

bernameya taybet ha Hêvî Group û Hawar Net ya ji bo pêžangehê di rojên pêž me de dê di malpera me ya fermî Hevi Group, Malpera hawarnet.com û hemî malperên me yên nûçevanî û çandî de bête wežandin.

Nivîskar, wežanxane û wekî din amêrên çapemeniyê dikarin bi mere peywendî deynin û ji bo ku beždarî bernameya Hêvî Group bibin serî lê bidin.

Pêžangeha pirtûkan ya navnetewî 4 rojan berdewam dike, dû rojên destpêkê tenê wežanxane, nivîskar û kesên dezgehdar û karmend dikarin beždar bibin, herdû rojên dawî jî herkesek dikarê beždar bibe.

Dema pêžangehê : 12.10.2011 hetanî 16.10.2011

Ciyê Hevi Group û Hawer Net :
HOL Û BÎNA :  5.1
BEŽ               :   A
Hejmara Cî  :   947

5.1 / A 947

Nexža pêžangehê



Ji bo vê beždarbûnê meserefekî me ya zêde çêbû ji bo vê yekê mercekî me ya bo beždarbûna bernamê nîne lê kes, sazî, wežanxane an jî rêxistinên ku bixwazin arî me bikin hebin tikaye ji mere binivîsin an jî alîkariyên xwe bi rêka paypalê rêkine vê emailê  : agiri@agirisoran.com

Em hêvî dikin ku Kurdên derfetê xwe heyî beždarî pêžangehê bibin û vî karê navnetewî yê cîhanî ji nêzde bibînin di heman demê de vî karî ji bo karên Kurdewarî jî binirxînin.

Hêvî Group - Kurdewari & KurdFM
HKMG (Hawar Kurdistan Media Group)
hawarnet.com
 

Banga me ji bo Wežanxane û Nivîskarên Kurd

© 2004-2011 HEVIGROUP®.

Site by HÊVÎ GROUP